Kanala ROJAVA TV

NERAZÎBÛNÊN LI HEMBERÎ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO ZÊDETIR DIBIN

jinên herêmê bertek û nerazîbûnên tund nîşanî tecrîda li ser Rêber APO dan û banga azadiya fîzîkî ya Rêbertî kirin.
jinan tekez kirin ku ew ê xeta berxwedanê bernedin û azadiya Rêber APO misoger bikin.

Li pêşiya çavên rêxistinên mirovî û hiqûqî, Dewleta tirk a faşîst 26 sal in tecrîdeke giran li dijî rêber APO dimeşîne.

Nerazîbûnên li dijî girankirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan her ku diçin zêdetir dibin gel û di nava liv û tevgerê de ne.

Endama kongra star ya Amûdê Nûra Gêlo tecrîda li dijî Rêbertî şermezar kir û got, tecrîd li dijî tevahî gelên azadîxwaze.

Her wiha rêvebira beşê rêxistinî a PYD’ê ya Amûdê Cîhan Ehmed jî da zanîn ku, bi berxwedan û têkoşînê em ê tecrîda li dijî Rêber APO bişkînin û azadiya fîzîkî ya rêbertî misoger bikin.

Rêber Abdullah Ocalan sala 1999 an bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin û radestî dewleta tirk hate kirin, ev 26 sal in rêber apo di nava tecrîdê de ye û her ku diçe tecrîd girantir dibe.