Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYÊN RAGIHANDINA AZAD Û RAGIHANDINA JIN ÊRÎŞA LI DIJ STÊRK TV Û MEDYA HABER ŞERMEZAR KIRIN

Yekîtiya Ragihandina Azad û Yekîtiya Ragihandina Jin bi daxuyaniyekê êrişên li ser Stêrk TV û Medya Haber Tv bi tundî şermezar kirin û ev peyam dan: “Em van êrişan wekî parçeyekî êrişên dagirkeriyê yên li ser xwe dibînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, serdegirtina li navendên her du televizyonan û binçavkirina rojnamevanan li Bakurê Kurdistanê ne karekî tesadûf e.

Her wiha hate diyarkirin ku, Ev êrîş, weke parçeyek ji êrîşên qirkirinê yên li ser gelên Kurdistanê ye û armanca wê birîna dengê azadiyê ye.

Di beşekî din de hate gotin, Em weke Yekîtiya Ragihandina Jin û Yekîtiya Ragihandina Azad dixwazin ji gelê xwe û raya giştî re bibêjin ku ev êrîş nikarin me bêdeng bikin.

Di dawiyê de ev bang hate kirin, Em bang li tevahî gelên xwe dikin ku xwedî li çapemeniya xwe ya azad derkevin.