LI QAMIŞLO ROJA AZADIYA ROJNAMEVANIYA CÎHANÎ HATE PÎROZKIRIN
Yekîtiya Ragihandina Azad û Yekîtiya Rojnamevaniya Erebî ya Navneteweyî bi boneya Roja Azadiya Rojnamevaniyê ya Cîhanî, duh çalakiyek li dar xist.
Çalakî bi amadebûna rojnamevan û nûnerên saziyên ragihandinê û saziyên sivîl ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi rê ve çû.
Cîgirê serokê Yekitiya Rojnamevaniya Erebî ya Navneteweyî Hesen Zaza di çalakiyê de axivî û tecrûbeya Rêveberiya Xweser a pêşxistina ragihandinê û belavkirina fikrê neteweya demokratîk silav kir.
Her wiha edîtorê ajansa ANHA’yê Ehmed Mihemed diyar kir ku siyaseta bêdengkirina rojnamevanan li seranserî cîhanê didome û soza şopandina rêya hevrêyên xwe nû kir.
Di dawiya çalakiyê de 16 rojnamevan û saziya ragihandinê ya Suryanî ”Soryoo” hatin xelatkirin.