PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ Û JINÊN ZENÛBYAYÊ LI DÊRAZORÊ HILBIJARTIN LI DAR XISTIN
Li kantona Dêrazorê hilbijartinên navxweyî yên Kombûna Jinan a Zenûbyayê û Partiya Sûriya Pêşerojê bi rê ve çûn.
Kantona Dêrazorê ku bi awayekî berdewam hêzên têkder dixwazin aramiya wê tê bibin, hilbijartinên demokratîk lê bi rê ve diçin.
Çend kesan xwe ji bo wergirtina erka hevşaredariyê berbijêr kirine û yên ku herî zêde dengan werbigirin, dê weke namzet werin destnîşankirin.
Piştre dê navên wan bo komîseriya bilind a hilbijartinan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were şandin û li ser lîsteya tifaqê beşdarî hilbijartinan bibin.
Biryar e hilbijartin di 30’ê gulanê de bêne lidarxistin.