Kanala ROJAVA TV

MSD’Ê LI DÊRAZORÊ GEŞEDANÊN DAWIYÊ BI PANELEKÊ NÎQAŞ KIR

Bi diruşma ˊPêşdeçûnên siyasî li qada Sûriyêˊ Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê panelek li dar xist.
Hejmarek ji rewşenbîr, çalakvanên siyasî, rûspiyên eşîran û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Dêrazorê beşdarî panelê bûn.
di panelê de rewşa siyasî ya li sûriyê hat nîqaşkirin û hate gotin ku, dê Ji bo gihandina çareyeke siyasî ya Sûrî ku tê de edalet û wekhevî hebe, dan û standin li gel tevahî aliyan bên kirin.
Her wiha hate diyarkirin ku, divê gelê Dêrazorê li hember hewldanên têkbirina aramiya herêmê hişyar bin.

piştre hate gotin ku, divê di nava tevahî aliyên li herêmê de diyalog û hevkarî hebe, çareserî û pêşniyar werin kirin, da ku astengî bên derbaskirin.