HILBIJARTINÊN NAVXWEYÎ YÊN PYD’Ê Û KONGRA STAR LI DIRBÊSIYÊ HATIN LIDARXISTIN
Kongra Star û PYD’ê ji bo destnîşankirina namzetên hevşaredariyê hilbijartinên navxweyî li bajarê Dirbêsiyê û bajarokên wê li dar xistin.
Piştî bidawîbûna pêvajoya dengdanê navên namzetên hevşaredariyê hatin aşkerekirin.
Ji rêvebirên PYD’ê yên Dirbêsiyê Cîhan Ebdî got, hilbijartin bi awayekî demokratîk bi rê ve çûn û bi dilê her kesî bû.
Duh proseya hilbijartinên navxweyî yên Kongra Star û PYD’ê li bajarê Dirbêsiyê bi rê ve çûn.
Proseya dengdanê ji demjimêr 8’ê sibehê ve dest pê kir û heta 5’an berdewam kir.
4 kesan xwe ji bo wergirtina erka hevşaredariyê berbijêr kiribûn û zêdetirî 900 kesan dengê xwe bi kar anîn.
Piştî bidawîbûna dengdanê sindoq hatin vekirin û komîteya amadekar encamên giştî ragihandin.
Ji rêvebirên PYD’ê yên Dirbêsiyê Cîhan Ebdî got, hilbijartin bi awayekî demokratîk bi rê ve çûn û bi dilê her kesî bû.
Roja 17’ê mehê derbasbûyî Kongra Star û PYD’ê ji bo beşdariya di hilbijartinên şaredariyan ên 30’ê gulanê de tifaqek ava kiribûn. Di wê çarçoveyê de her du aliyan ji bo destnîşankirina namzetên xwe hilbijartinên navxweyî li dar xistin.
Îro ji bo cara herî dawiyê hilbijartinên navxweyî li her du bajarên Til Temir û Zirganê tên lidarxistin.