AMADEKARÎ JI BO LIDARXISTINA ŞAHIYA RIZGARKIRTINA REQAYÊ TÊN KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya bajarê Reqayê ji bo pîrozkirina salvegera 8’emîn a rizgarkirina bajêr amadekariyên lidarxistina şahiyeke girseyî dike.

Meclîs, komîn, tevgerên jin û ciwanan ji bo 20’ê cotmehê salvegera 8’an a rizgarikirina kantona Reqayê stadiyoma Beledî ya li navenda bajêr xemilandin.

Sibe 20’ê cotmehê dê şahiyeke girseyî bi vê boneyê were lidarxistin.

Komên hunerî, çandî û xelkên bajêr ji niha ve xwe ji bo şahiyê amade kirine. Her wiha hêzên ewlekariyê jî tedbîrên xwe yên parastinê wergirtine.

Share This Article