Malbatên dîlgirtiyan ji bo berdena zarokên xwe li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakî lidar xistin û banga berdana zarên xwe kirin.
Malbatan diyar kirin ku heya zarokên me neyên berdan em ê her çalakiyên xwe bidomînin.
Bi dirûşmeya “Em zarokên xwe dixwazin” Malbatên şervanên QSD’ê yên ku di êrîşên hêzên Hikumeta Demkî ya Suriyeyê de dîl hatine girtin, bi dilên şewat banga berdana wan kirin.
Malbatên dîlgirtiyan Îro mîtîngek li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî lidarxistin.
Di mîtîngê de pankartên, “Em azadiya dîlgirtiyan dixwazin”, “Dîlgirtî xeta me ya sor in” hatin rakirin.
Li ser navê malbatên dîlgirtiyan Yusif Kutî daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê wek malbatên şehîd û dîlgirtiyan heta zarokên wan werin berdan dê çalakiyên xwe bidomînin.
Ji aliyê xwe ve, dê û bavên dîlgirtiyan gotin ” dilê me li ser agire, em zarokên xwe dixwazin”.
Ev heyama demekê ye ku malbatên dîlgirtiyan banga berdana zarrokên xwe dikin, lê tu bertek ji aliyê Hikumeta Demkî dernakeve.
