Kanala ROJAVA TV

ROLA DEWLETA TIRK A DAGIRKER DI KÛRKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ DE

Ji sala 2011 an ve û ji destpêka aloziya sûriyê ve dewleta tirk a dagirker destwerdan kir û bi rola xirabker rabû , şoreş ji riya wê ya rast derxist û piştgirî da çeteyan , li aliyekî din jî koçberên sûrî li gor berjewendiyên xwe bikar anî .

Derbarê de Hevserokê yekîtiya rewşenbîrên herêma cizîrê kurdiyar dirê’î beşdarî bernameya rave ya rojava tv bû û got ku dewleta tirk a dagirker sedema sereke ya kirîza sûriyê bû.

Kurdiyar dirê’î got ku dewleta tirk xwest projeya xwe ya osmanî bi riya projeya nato bicihbike.

Kurdiyar dirê’î destnîşan bi wê yekê kir ku Emerîka xwest dewleta tirk di nava cîhana erebî de bikarbîne .

Piştî ewqas sal ji destwerdana di şoreşê de û dagirkirina herêmên sûrî û tirkkirina wan dewleta tirk behsa danûstandinê bi hikûmeta şamê re dike, di heman demê de jî êrîşên xwe li ser herêmên bakur û rojhilatê sûriyê zêdedike û xalên hikûmeta şamê jî dike hedef .