ŞÊNIYÊN KOBANÊ BI MERASÎMEKÊ 7 CANGORIYÊN AZADIYÊ OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê bi merasîmekê girseyî cenazeyê 7 cangoriyên azadiyê li goristana şehîd Dicle Kobanê oxirkirin.

Îro 7 şervanên QSD’ê, YPJ’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di dem û cihên cûda de şehîd bûn, bi merasîmekê girseyî li Kobanê hatin oxirkirin.

Bi sedan şênî, endamên Saziyên sivîl, Maclisa Malbatên Şehîdan û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Maclisa Malbatên Şehîdan û rêveberiya Bajarê Kobanê ve hate kirin.

Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina riya wan nû kirin.

Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi diruşmên Şehîd Namirin û Tilîliyên dayikan, spartin axê.

Share This Article