XELKÊN KANTONA CIZÎRÊ SERSAXÎ JI MALBATÊN 7 ŞEHÎDAN RE XWESTIN

Rojava Tv
2 Min Read

Xelkên Kantona Cizîrê îro sersaxî ji malbatên 7 şehîdên azadiyê yên ku di êrîşên li dijî Bendava Tişrînê û çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûne, xwestin.

Beşdarên konê sersaxiyê bang li tevahî gelê Herêmê kirin ku piştgiriya QSD’ê bikin û gotin, îradeya me ji êrîşên dewleta tirk a dagirker mezintir e.

Meclisa malbatên şehîdan îro konê sersaxiyê yên şehîd Menîca, Bavê Teyar, Kêfo, Mizefer, Ekrem û Ebdulqadir yên ku di êrîşa li dijî Bendava Tişrînê de şehîd bibûn û şervanê QSD’ê Xebat yê ku li Dêrazorê di êrîşeke çeteyên DAIŞ’Ê de Şehîd bibû, li goristana şehîd Delîl saroxan hate vedan .

Bi sedan xelkên kantona cizîrê, nûnerên Rêveberiya Xweser, meclisa malbatên şehîdan, Kongra Star û PYD’ê   sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Di konê sersaxiyê de axaftin li ser navên Kongra star, PYD, meclisa malbatên şehîdan û TEV-ÇAND’ê hatin kirin û soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

Beşdarên konê sersaxiyê bang li tevahî gelê Herêmê kirin ku piştgiriya QSD’ê bikin û gotin, îradeya me ji êrîşên dewleta tirk a dagirker mezintir e.

Her wiha beşdarên konê sersaxiyê dan zanîn ku ew ê şopgirê xeta şehîdên xwe bin heta pêkanîna armancên wan.

Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û merasîma sersaxiyê bi berzkirina dirûşmeya me Kefenê Miribê Çirandiye bi dawî bû.

Share This Article