Bi hatina werzê havînê re, Cotkarên Kantona Reqayê dest bi tevgereke çalak ya çandina sebzeyên havînê kirine.
Cotkar axa guncav dabîn dikin, her wiha pergala avdanê jî saxlem dikin da ku berhemên weke bacan, xeyar, xirtik û her wekî din biçînin.
Cotkarên Reqayê dan zanîn ku berhemên wan ji bo sûkên herêmê tên firotin û ew bazara herêmê dewlemend dikin.
Her wiha cotkaran diyar kirin ku bilindbûna nirxên dermanên çandiniyê barê wan jî gelekî zêdetir bûye.
Bi gotina cotkaran ew pêdiviyên xwe yên ji bo çandiniya sezbeyan bi dolaran dikirin, lê berhemên xwe bi lîreya Sûrî difroşin, lewre ev yek di avakirina hevsengiyekê di navbera ked û dahata wan de zehmetiyan derdixe.
