Xelkên kantona Efrîn- Şehbayê bi merasîmeke girseyî cenazeyê zaroka bi navê Rosêl Mihemed Xelef ya ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bibû, oxir kirin.
Xelkên kantonê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û Partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de axaftin hatin kirin û hate gotin, dewleta Tirk bi awayekî hovane zarokan şehîd dixe.
Her wiha tekezî li ser mezinkirina asta berxwedaniyê hate kirin.
Di dawiyê de cenazeyê zaroka bi navê Rosêl Mihemed Xelef hate oxirkirin.
Zaroka bi navê Rosêl Mihemed Xelef ya ku roja 24ˈê mijdarê di êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Şehbayê de birîndar bûbû, duh şehîd bû.
