Kanala ROJAVA TV

Kenan Berekat: Hin Alî Hewl Dan Tirsê Li Herêmên Me Belav Bikin

Hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat destnîşan kir ku sûcên di demên dawî de li bajarê Qamişlo hatin kirin, bi armanca têkbirina ewlehî û aramiyê û belavkirina tirsê li herêmê ye.

Hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat derbarê bûyerên kuştinê ku vê dawiyê li bajarê qamişlo bi armanca diziyê pêk hatin , ji Rojava Tv re tekez kir ku hin alî bi riya van tawanan hewl dan ewlehî û aramiya li herêmê têk bibin û tirsê li herêmê belav bikin.