Kanala ROJAVA TV

Reşnivîsa Peymana Civakî Ji Aliyê Rêveberiya Xweser A Efrînê Ve Hate Nîqaşkirin

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê reşnivîsa peymana civakî bi desteyên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê re nîqaş kir.

Civînên Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi armanca nîqaşkirina peymanê bi gel re didome.

Di vê çarçoveyê de komîteyê bi endamên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê re civiya.

civîn li hola Mîtan a navçeya Ehdas ya Şehbayê bi beşdariya endamên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrîn, endamên Komîteya Sazkirina Peymana Civakî Selwa Ecac, Mistefa Nebo û Zelal Ceger hate lidarxistin.

Di civînê de reşnivîsa peymanê hate xwendin û ji beşdaran re hate şîrovekirin.

Piştre nêrîn û pêşniyarên beşdaran hatin girtin.