LI REQAYÊ KONFRANSA 1’EMÎN A YEKÎTIYA ESNAFAN HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di bin dirûşmeya “Bazara Civakî ji bo pêşxistin û Geşepêdana Aborî” yekemîn konferansa Yekîtiya Esnafan a kantona Reqayê hat lidarxistin.

Di konferansê de, endam û rêveberên Yekîtiya Esnafan, nûnerên saziyên sivîl, tevger û rêxistinên jinan û saziyên leşkerî beşdar bûn.

Konferans bi xêrhatina mêvanan û danasîna girîngiya vê konfransê dest pê kir. Piştre şêwirmenda Rêxistinên Civaka Demokratîk “Zelal Ceger” rewşa siyasî û pirsgirêkên ku herêm pê re rû bi rû maye, şîrove kir.

Di dawiya konfransê de rêzikname hate xwendin û nîqaş kirin, herî dawî Mihemed Zi’êter û Newroz Bozan weke hevserokatiya Yekîtiya Esnafan hatin hilbijartin.

Share This Article