Bi sedan jinên bajarê Kobanê, di çarçoveya rêzaçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, meşiyan.
Meş bi pêşengtiya HPC-Jin bi dirûşma” li dijî her cûreyên tundî û dagirkeriyê JIN JIYAN AZADΔ li dar ket.
Meş ji Qada Jin a Azad dest pê kir û bi berizkirina siloganên “Jin Jiyan Azadî” li Qada Şehîd Egîd veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de, hat diyarkirin ku bi saya fikir û felsefeya Rêber APO jinê xwe nas kir û ji bo hebûna xwe têkoşiya.
Her wiha hat gotin ku, Ew ê heta dawiyê li ser pêyan bin û têkoşîna xwe bilind bikin.
