XELKÊN BAJARÊ HESEKÊ JI QUTKIRINA AVA VEXWARINÊ BI GAZIN IN

Rojava Tv
1 Min Read

Ji sala 2019’an û heya niha, ava stasyona Elok li ser şêniyên bajarê Hesekê qutkirî ye.
Şêniyên Hesekê ji Rojava Tv re êş û azarên xwe yên ji ber qutkirina avê anîn ziman û banga çareserkirina pirsgirêka avê di zûtirîn dem de kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 9’ê Mijdara 2019’an ve bi dagirkirina bajarê Serêkaniyê û Girê Spî re, ava stasyona Elok li ser xelkên bajarê Hesekê qut kiriye.

Di encama qutkirina avê de kirîzeke mirovî li herêmê rû daye, ku bêhtirî mîlyon û nîvek welatiyên Hesekê, kampên derdora wê û bajarê Til Temirê , bê av mane.

Bi taybet bi hatina demsala havînê re, eş û azarên şêniyan girantir dibe.

Şêniyên Hesekê ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku peydakirina ava vexwarinê bûye pirsgirêka wan a rojane.

Şêniyan di nava axaftinên xwe de gazin ji bilindbûna nirxê kirîna avê kirin û banga çareseriyê kirin.zêdeyî 30 car in dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona Elokê qut dikin.

Dewleta Tirk bi qutkirina ava vexwarinê re şerê gelê herêmê dike û rê li ber karîsetên mirovî vedike.

Share This Article