LI TEBQAYÊ JI BO NÎQAŞKIRINA BANDORÊN NEYÎNÎ YÊN HIŞBIRÊ KOMXEBATEK HATE SAZKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Nivîsgeha têkoşîna li dijî madeyên hişbirê li ser bandorên neyînî yên bikaranîna madeyên hişbirê, komxebatek li Tebqayê li dar xist.

Komxebat bi beşdariya nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî û rûspiyên herêmê hate sazkirin.

Di komxebatê de bandorên neyînî yên ku madeyên hişbirê li ser civak û xwezayê dike, hatin nîqaşkirin.

Piştre deriyê nîqaşê hate vekirin û di nava nîqaşan de tekezî li ser vekirina navendeke taybet bo dermankirina bikarhînerên hişbirê hate kirin.

Her wiha bang jî li welatiyan hate kirin ku hevkariya xwe ya ligel hêzên ewlekariyê xurttir bikin, da ku rê li pêşiya belavbûna madeyên hişbirê were girtin.

Share This Article