Beşa baxçeyan ya kobanê ku karên xwe yên rojane yên xwedîkirin û avdana daran û qadên kesk û cihêreng ên bajêr berdewam dike.
Li bajarê Kobanê beşa baxçeyan a grêdayî Şaredariya Gel ev 4 sal in karên xwe yên rojane berdewam dike.
Gelek karker di vî beşî de kar dikin û rojane derbasî ser karê xwe dibin.
Berpirsê beşê baxçeyan dibêje ku li gor germa zêde, dar piraniya wan di sibeha zû de tên avdan û daxwaz ji gel kir ku bi wan re bibin alîkar û li xwezaya xwe xwedî derkevin.
