Di bin diruşmeya “Rojava ne bi tenê ye” îro Heyva Sor a Kurd daxuyaniyek çapemeniyê di derbarê piştgiriya Kurdistan û cîhanê ji bo Rojava li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di wê çarçoveyê de, Hevserokê Heyva Sor a Kurd “Dilgeş Îsa” ji Rojava Tv re axivî û got: Helwesta gelê Kurd li her derê cîhanê û Kurdistanê di alîkariya bi koçberan re cihê rêzê bû”.
