XWENDEKARÊN HERÊMÊ DAXWAZA BERFIREHKIRINA FÊRKIRINA BI ZIMANÊ KURDÎ KIR

Rojava Tv
3 Min Read

Mamoste û xwendekarên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyên cûda sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî di 3 seatan de şermezar kirin û daxwaza berfirehkirina fêrkirina bi zimanê Kurdî di qada perwerdeyê kir.

Li himberî sînordarkirina metiryalên bi zimanê Kurdî li herêmên Rojavayê Kurdistanê, nerazîbûnên xwendekar, Mamoste û şêniyên herêmê dewam dikin.

Li bajarê Qamişloyê xwendekarên Zanîngeha Rojava li pêşiya avahiya zanîngehê ya li Qamişloyê çalakiyeke protestokirinê bi amadebûna bi dehan xwendekar û mamosteyan orgenîze kir.

Di çalakiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyaniyek hate dayîn.

Mamosteyan di daxuyaniyê de gotin, ew vê biryarê qebûl nakin, ev biryar mafê wan ê çandî û zimanî winda dike.

Ev biryar wan ji xwendina bi zimanê dayîkê ku 12 salan pê fêr bûne qut dike, ev bi kiryarên paşguhkirinê û derketina li hemberî Kurdan bi awayeke birêxistinkirî pêk tê, ev yek rê li pêşiya pêşketina zimanê wan digire.

Di berdewamiyê de hate diyar kirin ku ji sala 2014’an ve Kurd li Rojava bi zimanê xwe fêr dibin, ev yek diyar dike ku tecrubeya pirrengiya zimanî dikare li Sûriyeyê û Rojava pêk were.

Mamosteyên Zanîngehê di dawiyê de bang kir ku aliyên peywendîdar divê serxwebûyîna zimanî biparêzin û ji biryara xwe vegerin.

Li aliyekî din xwendekarên bajarê Kobanê jî bi daxuyaniyekê biryara wezaretê şermezarkirin û ev biryar redkirin

Di daxuyaniyê de hate gotin, li Rojava bi sala ye zimanê Kurdî beşeke sereke û girîng a perwerde, pêşketina akademîk a xwendekara ye.

Perwerdeya bi zimanê dayîkê ji bo fêmkirinê esasek e. Tenê dayîna 3 saetan di hefteyê de zirarê li xwendekarên ku bi zimanê xwe yê dayîkê fêrdibin dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zimanê Kurdî ne tenê wesîleya danûstendinê, ew cewherê nasnameya çandî, civakî û dîrokî ya gelê Kurd e, perwerdeya bi zimanê Kurdî û axaftina bi zimanê Kurdî mafeke rewa ye wekî mafê hemû gelên li Sûriyeyê ye.

Di dawiyê de xwendekarên Kobanê daxwaza pergaleke perwerdeyê ku zimanê Kurdî û Erebî, di nav de bi awayeke wekhev were dayîn kir û gotin, perwerdeya bi zimanê dayîkê ne tenê daxwazeke çandî, ew beşek ji mafê me yê perwerdeyê ye.

Share This Article