DI NAXWEŞXANEYA KOBANÊ DE BEŞÊN NÛ HATIN VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Nexweşxaneya kobanê ku di xizmeta xelkê herêmê de ye 24 saetan di nav xebatê de ye.

di demên dawî de jî li gorî pêwîstiyan beşên nû li nexweşxaneyê hatin vekirin

Nexweşxane Kobanê rojane ji 600 heyanî 700 nexweşan pêşwazî dike û bi hemû derftên xwe alîkariyê ji wan re pêşkêş dike.

Li nexweşxneyê li kêlek beşên din li ser daxwaza şêniyan beriya du mehan Rêveberiya Nexweşxaneyê beşên lênêrîna çavan û niştekariya giştî vekir û xizmetê ji bo nexweşên her du beşan pêşkêş dike.

Bijîşkê çavan Osman Ebdulrezaq Cido der barê mijarê de got, piştî vekirina beşê çavan û anîna alavên pêwîst şênî gelek sûdê jê werdigirin û rojane ji 30 heya 60 nexweş serlêdanê dikin.

Bijîşkê dil Mahir Elî jî diyar kir ku nexweşxane li gorî derfetên xwe baş xizmeta şêniyan dike, lê pêwstî bi beşên dîtir û piştgiriya aliyên têkildar heye

Welatiyê bi navê Ebdullah Hesen destnîşan kir ku xizmetên li nexweşxaneyê gelekî baş in lê cûreyên dermanan li nexweşxaneyê kêm in.

Bijîşk û nexweş dibêjin ku piraniya cûreyên derman nayê dîtin. Daxwaziya wan bi derman
û vekirina beşên din û yên emeliyatan li nexweşxaneyê heye.

Share This Article