Bi boneya Roja cîhanî ya Kesên xwedî pêdiviyên taybet Rêxistina Nûdem ya Herêma Firatê, îro şahiyek li dar xist.
Şahî li parka Ronîwar a Kobanê bi amdebûna bi sedan zarok û malbatên wan hat li dar xist.
Zarokan şahî bi cil û bergên xwe yên kurdî xemilandin.
Di şahiyê de seroka Desteya Jin a Herêma Firatê Cîhan Derwêş axivî û got; Ji bo jiyaneke ewle em ê ji bo zarokên astengdar dest bi projeyan bikin û ev roj li tevahî zarokan pîroz kir.
Di dawiyê de, Komên mûzîkê yên zarokan ên Hîlala Zêrîn berhemên xwe pêşkêş kirin û zarokên xwedî pêdiviyên taybet jî dîlan gerandin.
LI KOBANÊ JI BO KESÊN XWEDÎ PÊDIVIYÊN TAYBET ŞAHIYEK HAT SAZKIRIN
