LI ŞÊXMEQSÛD 2 ŞEHÎDÊN HPG’Ê BI MERASÎMEKE XIYABÎ HATIN BÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Bajarê Helebê şehîdên HPG’ê Yalmaz Dêrsim û Ciwan Çiyager bi merasîmeke xiyabî bi bîranîn.

Di merasîmê de Saziyên Civaka Sivîl, Meclîsa Malbetên Şehîdan, Sazî, Partiyên siyasî û Rêxistinên jinan beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Meclîsa Malbetên Şehîdan , Meclîsa giştî a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn axaftin hatin kirin û tekezî bi berdewamiya şopa şehîdan heya avakirina kurdistaneke azad hat kirin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya herdu Şehîdan hate xwendin û radestî malbeta wan hate kirin.

Share This Article