KONGREYA 12’AN A PKK’Ê GAVEK DÎROKÎ BER BI PÊVAJOYEK NÛ VE

Rojava Tv
2 Min Read

Lidarxistina kongireya 12’an a PKK’ê di nava raya giştî ya cîhanî de deng veda, her wiha encamên ku ji kongireyê derketin riyek nû li pêş pêvayoya siyasî vekir.

rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê yên bajarê Dêrikê pêvajo rave kirin û dan xuyakirin ku helkirina PKKê bi xwe re qonaxek siyasî ya nû anî ku divê tevahî aştîxwaz ji bo wê têbikoşin.

Piştî banga Aştî û civaka Demokratîk a ku rêber Abdulah Ocalan di 27’ê Sibatê de destpêkir, partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê di navber 5 û 7’ê Gulanê de kongireya xwe ya 12’an li herêmên parastinê yên Medyayê lidarxist û xwe hel kir.

lidarxistina Kongireya PKK’ê û encamên ku jê dserketin, êdî pêvajoyek nû li Rojhilata Navîn da destpêkirin û çavdêran ev yek bi gaveke dîrokî bi nav kirin..

Di vê çarçoveyê de hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya bajarê Dêrikê Raxîda Xelîl pêvajo rave kir û da xuyakirin ku helkirina PKKê bi xwe re qonaxek siyasî ya nû anî ku divê tevahî aştîxwaz ji bo wê têbikoşin.

Ji aliyê xwe ve rêveberê tevgera Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya bajarê Dêrikê Zên Abidîn destnîşan kir ku wan di encamên dîrokî û biryara bidawîanîna têkoşîna çekdarî dît ku PKK ji çekan hez nake.

çavdêr dibînin ku Kongreya 12’an a PKK’ê ne tenê qonaxek rêxistinî ye, lê belê têkoşîneke nû ya siyasî ye ji bo berxwedaneke piralî li ser bingeha xurtkirina aştî, edalet û demokrasiyê.

Share This Article