Pêşkêşvanê me Merwan Şêxê di nav 33 rojnamevan û rewşenbîrên herî afrîner ên Rojhilata Navîn û Ewropa de cih girt.
Ansîklopediya ku ji aliyê Edîtorê Kovara El-Benefsec Elî Cabir El-Benefsec ve hate derxistin cih dide jiyana 33 rewşenbîr û rojnamevên Rojhilata Navîn û Ewropayê, pêşkêşvanê bernameya Qenadîl ya televîzyona me Merwan Şêxê jî di nav de cih digire.
Bernameya Qenadîl ya Rojava TV li ser asta Rojhilata Navîn û Cîhanî hatiye naskirin.
Ev Kovar li ser 2 beşan e, li paytexta Sûrî Şamê hatiye îmzekirin û tê payîn li hin parêzgehên Sûriyê yên din jî were îmzekirin.
Rojnamevan Merwan Şêxê bêhtir li ser vê mijarê axivî û behsa kar û xebata xwe kir.
