NÛNERÊN HIKÛMETÊ: EM DIXWAZIN QAMIŞLO BIBE MODELA SÛRIYEYA NÛ

Rojava Tv
3 Min Read

Di şahiya Sedsaliya Damezrandina Qamişloyê de, nûnerên hikûmetê û saziyên bajarê Hesekê behsa girîngiya bajêr ku modeleke pirrengî û jiyana hevbeş di nava tevahî pêkhateyên civakê de kirin.

Axêveran diyar kirin ku pêwîstî bi xurtkirina serweriya qanûnê, hemwelatîbûn, jiyana hevbeş û avakirina siberojeke aştî û aram heye.

Di şahiya salvegera Sedsaliya Damezrandina Qamişloyê de hejmarek ji nûnerên hikûmetê û saziyên bajarê Hesekê beşdar bûn û di axaftina xwe de bal kişandin ser dîroka bajêr û pirrengiay wî ya çandî û civakî.

Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî di şahiyê de axivî û got: “Qamişlo rojekê ne weke erdnîgarî dihat lê nêrîn, lê bi dirêjahiya sedsalekê weke bajarê pirrengî û jiyana hevbeş lê dihat nêrîn

Hîlalî diyar kir ku pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê ne tenê bibîranîn e, lê temsîla sedsala siberojê dike ku her Kurdek, Erebek, Aşûriyek û Suryaniyek hîs bike li bajarê xwe ye û Sûriye dewlet û siberoja wî ye.Li aliyekî din jî Cîgirê Gerînendeyê Çandê ya Hesekê Ebdulhafiz Keleş got ev pîrozbahî ji bo temambûna 100 salî di ser damezrandian Qamişloyê de pêk tê û bajar bi “sedsalî ji hezkirin û pirrengiyê “ wesif kir.

Keleş anî ziman ku derbasbûna sedsalî di ser damezrandinê re dîrok, resenî û afirîneriya wê nîşan dike, pesna kedên rewşenbîr, nivîskar û afirîneran dane da û wê bimîne bajarê afirandin, hezkirin û aştiyê.Li ser navê Wezareta Kar û Barên Civakî Îbrahîm Xelef ev bone li Rêveberiya Herêma Qamişlo û xelkê pîroz kir û got bajar bi dîrok û civaka xwe bi pêş dikeve.

Xelef destnîşan kir ku Qamişloyê tevahî xelkê Sûriyeyê hembêz kir û dê bibe modelek ji bo Sûriyeya nû.Girêdayî mijarê nûnerê dêra Ermen a Artodoks baba Hagop Nerses Barsoumian bal kişand ser dîroka Qamişloyê ya ji 100 salî ve.

Barsoumian diyar kir ku Qamişlo hîna bajarê ku têra hemû pêkhateyên wê dike û destnîşan kir ku ev hevgirtina civakî hişt ku xelkê wê xurt bibe, şert û mercên dijwar û şeran derbas bike.

Di dawiyê de Barsoumian spasiya tevahî kesên ev şahî li dar xistiye kir.

Share This Article