ŞEHÎDÊN BERXWEDANA ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ LI KOBANÊ HATIN OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

9 şehîdên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê duh bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîd Dîcleyê ya Kobanê hatin oxirkirin.

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku di navbera 7-10‘ê Çileya îsal de di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûne, bi merasîmekê bi heybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya başûrê bajarê Kobanê hatin oxirkirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Desteya Gazî, Esîr û Şehîdan ya bajarê Kobanê Mistefa Êto axivî.

Êto bal kişand ser rola şehîdan di avakirian civakeke demokratîk de û got: “îro bi saya wan em derbasî pêvajoya têkoşînê bûn:

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatine kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşme û tilîliyan spartin axê.

Share This Article