HEVPEYVÎNA ŞEXSÎ BI MALBATÊN KURD RE LI NAVENDÊN QEYDÊ BERDEWAM E

Rojava Tv
1 Min Read

Ji 2 rojan ve, qonaxa duyem a wergirtina nasnameya hemwelatîbûna Sûrî li herêma Cizîrê dest pê kiriye.

Rojava tv serdana navenda bajarê Qamişlo kir û atmosfera vê qonaxê bi dîmen veguhest.

Piştî pêvajoya yekem ji tomarkirina bi hezaran malbetên Kurd ji bo wergirtina nasnameya hemwelatîbûna Sûrî, ev heyama 2 rojane qonaxa duyem ku wekî hevpeyvîna şexsî bi malbatên Kurd re ji cîbcîkirina biryara 13’an ku ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyê hatibû derxistin dest pê kiriye.

Hevdîtin li 4 navendan li ser asta herêmên parêzgeha Hesekê hatine destnîşankirin
Di nav de 2 navend li bajarê Qamişlo, yek Hesekê û yek Çilaxa.

Hevdîtin rojane ji saet 8:00 sibehê heta 2:00 piştî nîvro deriyê xwe ji serlêdanê re vedike

Desteya ku hatiye erkdarkirin ji bo şopandina tomarkirina nasnameya hemwelatîbûna Sûrî, ji hêla komîteyên rêveberiya xweser û hikûmeta demkî ve tê temsîlkirin.

Rêveberiyê komîteya “Mektumî Qeyid” ya li bajarê Qamişlo ji Rojava tv re behsa tedbîrên qonaxa duyemîn dike.

Wekî qonaxa duyem a hevdîtina şexsî navê 400 kesî ketiye lîsteya hemwelatîbûnê de. Ev gav di 29’ê çileya 2026’an ji rêkeftineke di navbera QSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de pêk tê.

Share This Article