Festîvala Şehîd Berçem a hunerî di roja xwe ya 3’yemîn de li bajarê Kobanê bi hunerên geş û cuda berdewam dike.
Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşma ʹBi tîrêjên rojê hunera jinê geş dibeʹ Festîvala 2ʹyemîn a Şehîd Berçem li dar xist.
Festîval bi hunerên geş û cur be cur di roja xwe ya 3yemîn de dewam dike.
Di saetên êvarê de girseya şêniyan berê xwe dan Qada Şehîd Egîd û beşdarî festîvalê bûn.
Her wiha di Festîvalê de stran û govend ji hêla koma Şehîd Sakîne, Gerstêrk, hunermend Yasmîn Esker, hunermend Sumeye Mihemed, koma Şehîd Esmer û koma Şehîd Viyan Soran ve hatin pêşkêşkirin.
Li gorî kometeya amadekar ya festîvala şehîd berçem dê Festîval heta 9ʹê Îlonê dewam bike.
