Tevgera Hîlala Zêrîn bi hevkariya navenda çand û hunerê ya herêma Firatê panelek ji bo çandê û Rêber Apo li dar xistin.
Bi dirûşmeya “Bi çanda xwe em ê Rêberê xwe azad bikin” panelekê diyalogê li ser çand û tecrîda li dijî Rêber Apo li Kobanê hat li dar xsitin.
Panel bi beşdariya endamên Tevgera hîlala Zêrîn, Navenda Çandê û nûnerên sazî û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê, li hola civînan a Encumena Rêveber a bajarê Kobanê hate lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, di panelê de du mijar hatin şîrovekirin, ew jî li ser çand û Rêber Apo û bedewî, etîk û estetîkê bûn.
