Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, endamên kongra star ên Şehbayê ji Rojava Tv re diyar kirin ku jinê ji bo azadkirina civakê gelek berxwedan û têkoşîn kir .
Her wiha destnîşankirin ku ji bo 25 ‘ê Mijdarê wan civîn û semîner li gelek gund û navçeyan li darxistine .
Hişmendiya serdest bi hezarê salane, bi çewisandin û tepisandinê, xwe li ser jinan rewa kiriye û navê jinan ji dîrok, aborî, siyaset, civak û hwd. rakiriye.
Jin tenê wek ‘kevaniya malê, dayik, xwişk, pênase kiriye.
Li dijî vê hişmendiya zordest û mêrperastan hertim jinan jî li ber xwe daye û serî ji desthilat û tundrewan re ne tewandiye.
Derbarê mijarê de endamên kongra star destnîşan kirin ku jinê gelek têkoşîn kir ji bo ku civakê azad bike .
Endamên Kongra Star diyar kirin ku ji bo 25’ê Mjidarê wan civîn û semîner li gelek gund û navçeyan lidarxistin.
Ji bo 25’ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan sazî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 13’ê mijdarê ve rojane çalakiyan li dar dixin.
