MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A HELEBÊ PERWERDEYEKE BÊHINVEDANÊ JI ZAROKAN RE VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji bo zarokên şehîdan, perwerdeyeke bêhinvedanê vekir.

Meclisê nêzî 90 zarokên şehîdan di dibistana şehîd Alan Mihemed ya li taxa şêxmeqsûda şerqî kom kirin û dest bi perwerdeyê kir.

Dê xwendekarên ji refên yek heya şeş tevlî perwerdê bibin.

Dê di perwerdeyê de waneyên zimanê Kurdî, Erebî, Ingilîzî, beşa bîrkarî her wiha beşên werzîş, wênekêşî û mûzîkê jî bên dayîn.

Li gorî rêveberên dibistanê, dê perwerde her roj sibehê ji demijmêr 8 û nîv heya danê nîvro dewam bike.

Perwerde dê heya destpêkirina sala xwendinê ya nû û vekirina dibistanan, dewam bike.

Share This Article