2’mîn Festîvala Wênekêşiyê, ku ji hêla Yekîtiya Wênekêşên Sûriyeyî ve hatî lidarxistin, di roja duyemîn de didome.
Di xebatên roja duyem de, Cîgirê Encûmenê Bala yê Wênegirên Kurdistanê Arî Celal ku ji bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê beşdarî festîvalê bûye, semînerek li ser wênekêşiyê da.
Arî armanca wênegirtinê, hest û fikrên di dema wênegirtinê de ji wênekêş û wênehezan re vegot. Her wiha çîrokên li pişt wêneyên ku heta niha kişandiye bi beşdaran re parve kir.
Piştî semînerê wênehezan li wêneyên beşdarî festîvalê bûne temaşe kirin.
Li gorî bernameya festîvalê divyabû îro festîval bi dawî bibûya, lê ji ber dê hinek wênegir û mêhvan ji Başûrê Kurdistanê bên, dê festîval sibe jî bidome.
