LI HELEBÊ MAF Û ERKÊN JINAN DI AVAKIRINA SÛRIYEKE DEMOKRATÎK DE HAT GOTÛBÊJKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Ji bo nîqaşkirina maf û erkên jinan di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de, forumeke şêwirê li bajarê Helebê li dar xist

Forum li hola Losos ya bajêr li dar ket, tê de partiyên siyasî, Malbenda Qêrîna Welat, (MSD), rewşenbîr, diktora û endazyarên ji Heleb û Idlibê, beşdar bûn.

Di forumê de mijara bi sernavê “Bi têkoşîna jinên Sûrî em Sûriyeke demokratîk ava dikin” hat xwendin.

Bal li ser rola pêşeng a ku jinan ji destpêka krîza Sûriyê de lîstiye hat kişandin. Hat gotin ku, hêmana bingehîn a avakirina Sûriyek demokratîk jin e. Ji ber ku jin dikarin mozaîka civakî ya parçebûyî komî ser hev bikin.

Piştre deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hat vekirin.

Forum bi encamnameyên girîng bi dawî bû. Ji xalên encamnameyê: guhertina destûra bingehîn a Sûriyê, parastina mafên jinan, avakirina komîseriyeke niştîmanî ya serbixwe ji bo karûbarên jinan.

Share This Article