LI AMÛDÊ JI BO SERBESTBERDANA DÎLGIRTIYAN XWEPÊŞANDAN HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Li bajarê Amûdê, malbat û hevalên dîlgirtiyan bi xwepêşandanekê daxwaza berdana dîlgirtiyên ku ji aliyê hikumeta demkî ve hatine girtin, kirin.

Xwepêşandan li Qada Şehîd Cîhad a li bazara bajêr dest pê kir. Beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Em dîlgirtiyên xwe dixwazin”, “Em şervanên xwe dixwazin” û “Bi can û xwînê, em ê dîlgirtiyên xwe rizgar bikin” qîr kirin.

Dema ku xwepêşander gihaştin navenda bajêr, çalakvan Egîd Îbrahîm daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de ji hikumeta demkî hat xwestin ku tavilê dîlgirtiyan serbest berde û ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk hat xwestin ku ji bo berbestberdana wan bixebite.

Share This Article