Koçberên Serêkaniyê amadekariyan dikin ku sibê Duşemê vegera bajarê xwe, wekî beşek ji karwana yekem.
Di heman demê de tomarkirina navên kesên ku dixwazin vegerin berdewam dike.
Îro koçberên Serêkaniyê dest bi amadekariyên dawî kirin da ku vegerin mal û gundên xwe wekî beşek ji karwana yekem, ku dê sibê (Duşem) ber bi bajêr ve biçe.
Şêniyan dest bi hilweşandina konên xwe yên li kampan kirine.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê, bi hevrêziya saziyên têkildar, ji bo temamkirina amadekariyên pêwîst dixebite.
