Tevî Êrîşên Domdar ên Dewleta tirk li ser herêmê Şêniyên Gundê Cêşan ên Kantona Kobanê li ber xwe didin û dest ji axa xwe bernadin .
Şêniyên gund dibêjin Armanca Dewleta Tirk ji Êrîşan koçberkirina gelê herêmê ye .
Ji 19 ê vê mehê ve dewleta Tirk a dagirker bêserûber herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike û jiyana sivîlan dike hedef .
Tevî Êrîşên Domdar ên Dewleta tirk Şêniyên Gundê Cêşan ên Kantona Kobanê li ber xwe didin û dest ji axa xwe bernadin .
Şêniyên Gund bertekên tundî Nîşanî êrîşên Dagirkeriya Dewleta Tirk dan û tekez kirin ku dê Êrîşên tirkiyê tu carî vîna wan lawaz neke .
Şêniyên gund Destnîşan kirin ku Armanca Dewleta Tirk koçberkirina gelê herêmê ye .
Di 13 ê vê mehê de Welatiyê bi navê Fewaz Osê yê ji gundê Boban Biçûk ê li rojavayê Kobanê Dema li pêş mala xwe ya li nêzî sînorê bû di zikê xwe de bi guleya Dewleta Tirk a dagirker birîndar bû .
