KRÎZA PEVGUHERTINA PEREYÊN KEVIN LI PARÊZGEHA HESEKÊ WELATÎ NE REHET KIRINE

Rojava Tv
1 Min Read

Piştî biryara Banka Navendî ya Sûriyeyê ya guhertina pereyên kevin bi yên nû, li bajarê Hesekê û gundewarên derdora wê krîzeke giran derketiye holê û welatî neçar dimînin ku saetên dirêj li ber cihên pevguhertinê bisekinin.

Hêrsa welatiyan ji ber nebûna pereyên nû berdewam dike û ew daxwaz dikin ku rayedar çareseriyekê bibînin

Pevguhertina pereyên Kevin bi yên nû re welatiyên parêzgeha Hesekê tevlî hev kiriye.

Qerbalixeke zêde ji kirîza pevguhertina peryên kevin ku veguherînin bernameya şam kaş li ber deriyê post û bengên navendî çêbû ye.

Ev heftiyeke welatî rastî zehmetiyan li gel germa havînê ku ji seat 8’ê sibehê heta 6’ê êvarê li bendî navê xwe ne û ji kombûna welatiyan ya zêde û hejmara pereyê kevin ku welatî hildigire ser milê xwe da ku wan vegûherînê, tên.

Tenê 14 roj ji wergitina peryên kevin re mayê ku bi dawî bibe, welatî bi riya Rojava TV ji kesên berpirsyar daxwaz dikin ku navendinên dîtir vebin û bi welatiyan re alîkar bibin.

Share This Article