MÎHÎRCANA HAVÎNA QAMIŞLOYÊ BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Çalakiyên Mîhrîcana 1’emîn a Havîna Qamişloyê piştî 5 rojan bi beşdariya zêdetirî 200 şîrketan û girseyê bi dawî bûn.

Mîhrîcana Havîna Qamişloyê piştî 5 rojan bi çalakiyên bazirganî, hunerî û şahiyê, ku zêdetirî 200 şîrket ji parêzgehên cûda yên Sûriyeyê li gel çend şîrketên Çînî beşdar bûn, duh li bajarê Qamişloyê bi dawî bû.

Şêniyên bajêr bi awayekî girseyî û kelecanêkî mezin tev li mîhrîcana bûn. Di Mîhrîcanê de berhem û kel û pelên cuda hatin pêşandan, şahiyên hunerî, çandî û lîstokên curbicur hatin pêşkêşkirin.

Çalakiyên mîhrîcanê bi pêşandanên hunerî û mûzîkî bi dawî bûn.

Share This Article