Rêvberiya Meclisa Efrîn û Şehbayê “Leyla Hisên” derbarê vegera bi ewle ya koçberên Efrînê ji bo cih û warên xwe, ji Rojava Tv re axivî.
Leyla diyar kir ku ew ji bo vegera koçberan amadekariyan dikin û navê malbatan tomar dikin.
Her wiha da zanîn ku dê karwanê yekemîn a ji 400 malbatî pêk tê, dê roja Pêncşemê bi rê keve.
