KONFERANSA DAMEZIRÎNER A ELSADE EL EŞARIF AL ELBEYT LI TEBQAYÊ BERDEWAM E

Rojava Tv
1 Min Read

Konferansê bi dirûşmeya “Bi exlaqê te ey pêxemberê xweda em bilind dibin” û bi beşdariya oldar, nûnerên saziyên olî, nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî li Çand û Hunera Tebqayê dest pê kir.

Konferans bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka Encumena Rêveber a Tebqayê Hind El Elî axivî û bixêrhatina mêvanan kir.

Her wiha di konferansê de axaftin li ser navên saziya olî û Rêveberiya Xweser hate kirin.

Di axaftinan de hate gotin, rola oldaran a di belavkirina aramiyê de pir girîng e û tekezî li ser xurtkirina yekgirtina gelan hate kirin.

Konferans bi axaftinên mêvan, nûnerên saziyên olî, şêx û rûspiyên eşîran dewam dike.

Share This Article