LI SER XETA HELEB-EFRÎNÊ BINPÊKIRIN Û BIRYARÊN TACÎZÊ LI SER AJOKARAN

Rojava Tv
2 Min Read

Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ku xebatên geraca Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sekinandiye, erebeyên ku diçin bajarê Efrînê disekinîne û xwediyên wan neçar dike ku geraca navenda bajar bi kar bînin.

Ajokar ji ber van nêzîkatiyan bi hêrs in û diyar dikin ku bi vê yekê, zehmetiyên wan ên rojane zêde dibin û neçar in pereyên zêde xerc bikin.

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê xebata geraca Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sekinandiye.

Hikumetê di vê çarçoveyê de erebeyên ku ji her du taxan diçin bajarê Efrînê yê dagirkirî, disekinîne û wan neçar dike ku biçin geraca Bab Cenînê ya li navenda bajarê Helebê.

Hikumeta veguhêz di heman demê de hemû erebeyên komkirina çopê yên ji geraca Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diçin û tên, bi hinceta ku wan kart ji geraca navenda dernexistiye, desteser dike.

Derbarê mijarê de Rêveberê geracên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Osman Osman ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku di biryarên hikumeta veguhêz de nakokî heye, ji ber ku ew xwe dispêre kartên geracê yên ku li ser rêyên her du taxan û hemû parêzgehan, bi taybetî Şamê, hatine dayîn, lê ne kartên rêya Efrîn – Helebê ne.

Her wiha Osman Osman anî ziman ku ev gerac ji sala 1992’yan û vir ve hene, lê ew van pirsgirêkan çêdikin da ku astengiyan ji şênî û ajokaran re çêbikin.

Hejmarek ajokaran destnîşan kir ku di geraca navenda bajar de rişwet çêdibin û ji bo erebeyên ku bi awayekî aşkera û bi rêk û pêk naxebitin, 5 dolaran distînin.

Share This Article