ŞÊNIYÊN HERÊMÊ PIŞTGIRÎ DAN BERXWEDANA ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo piştgiriya berxwedana ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diqewime û topbaranên bêserûber ên Hikûmeta Veguhêz li ser şêniyan, daketin qadan û ev yek şermezarkirin.

Ji bo piştgiriya berxwedana gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi sedan ji şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan piştgirî dan gelê her dû taxan.

Şêniyan êrîşên çekdarên Hikûmeta Veguhêz û topbarana bêserûber a li ser herdû taxan bi tundî şermezar kirin.

Li bajarê Qamişlo bi sedan şênî û koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku li Qamişloyê bi cih bûne tekez kirin ku heya dawiyê wê piştgiriyê bidin Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Şêniyên bajarê Girkê Legê jî diyar kirin ku hikumeta veguhêz bi van êrîşan naxwazin aloziya Sûriyê çareser bibe.

koçberên Efrînê yên ku li Reqayê bi cih bûne destnîşan kirin ku hikumeta veguhêz her dem li pêşiya gelê herêmê derdikevin, lê ew ê jî her dem xwedî îrade bin.

Tevî paymana 1’ê nîsanê ya ku di navbera Hikumeta Veguhêz û Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de hat îmzekirin, lê Hêzên Hikumeta veguhêz pabendî vê peymanê nabin û li dijî her dû taxan êrîşan pêk tînin.

Share This Article