Kombenda Efrînê ya Civakî bi daxuyaniyekê li pêş navenda NY a li bajarê Qamişlo binpêkirinên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin.
Her wiha bang li Hikumeta Veguhêz a Sûriyê kir ku pabendî peymana 10’ê Adarê bibe û hewldanên têkbirina aştiya civakî jî red bike.
Di demên dawî de, rewşên tacîz û binpêkirinan li dijî xelkê Efrînî yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dimînin zêde bûne, û gihêştiye wê radeyê ku Hikûmeta Veguhêz şerê debara welatiyan bike û rêyên çûnûhatinê nav taxan taxan bigre.
Di bersiva van kiryarên hovane de, Kombenda Efrîn a Civakî ya li kantona Cizîrê bi hemahengiya Rêveberiya Karûbarên Koçberên Efrîn û Şahbayê, daxuyaniyek li pêş navenda NY a li bajarê Qamişlo dan û binpêkirinên li dijî taxên Kurdan ên Helebê şermezar kirin .
Xwepêşanderan bang li Hikumeta Veguhêz a Sûriyê kirin ku pabendî peymana 10’ê Adarê bibe û hewldanên têkbirina aştiya civakî red bike.
Xwepêşanderan bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku zextê li ser Hikûmeta Veguhêz Sûriyê bikin da ku pabendî peymanên îmzekirî bibe û rola xwe di parastina aramiyê de bilîze.
Kombenda Efrîn a Civakî û Rêveberiya Karûbarên Koçberên Efrîn û Şahbayê, daxuyaniya xwe bi tekezkirina li ser pêwîstiya vegera welatiyan bo mal û erdên xwe û dûrketina ji xîtaba şerê taybet û provokekirina sivîlan, bi dawî kirin.
