DÎWANA DADMENDIYA CIVAKÎ YA PARASTINA ZAROKAN LI KANTONA CIZÎRÊ HAT VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Dadmendiya Civakî ya Kantona Cizîrê, bi hemahengiya Rêxistina Kurdistan “Save The Children”, Dîwana Dadmendiya Civakî ya Parastina Zarokan li gundê Navkurê yê girêdayî bajarê Qamişlo vekir.

Di merasîm vekirinê de Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundrîn, çalakvanên mafên mirovan, Meclisa Dadweriya Civakî ya Kantona Cezîrê û welatiyên bajêr beşdar bûn.

Di Merasîmê de axaftin li ser navê Dadmendiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Dadmendiya Civakî ya Kantona Cezîrê û Rêxistina (Save the Children) hatin kirin.

Axêveran tekez kirin ku armanca vê navendê parastina rûmet, maf û pêşeroja zarokên ku ji ber şer, di rewşeke xeternak re derbas bûne.

Navenda Dîwana Dadmendiya Civakî ya Parastina Zarokan, dikare 60 zarokan werbigre, da ku werin perwerdekirin û ji nû ve entegreyî civakê bibin.

Share This Article