Endamê komîteya çavdêriyê ya desteya Karûbarên Civakî Mihemed Şêx Qember bertek nîşanî pergala êşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan da û got, armanca tecrîdê qutkirina rêber APO ji gelê kurd e.
Her wiha Mihemed Qember da zanîn ku, çiqas hewl bidin dê nekaribin rê li pêşiya belavbûna ramanên Rêber APO bigrin.
Her ku diçe Dewleta Tirk a dagirker pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir dike.
Tevî ku malbat û parêzer ji bo pêkanîna hevdîtinê serlêdanê dikin, lê daxwazên wan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bi hinceta cezeyên displînê tê redkirin.
Li hember girankirina pergala êşkenceyê gelê kurd û azadîxwazên cîhanê çalakiyên cur bi cur ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO li dar dixin.
Endamê komîteya çavdêriyê ya desteya Karûbarên Civakî Mihemed Şêx Qember bertek nîşanî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan da û got, armanca tecrîdê qutkirina rêber APO ji gelê kurd e.
Her wiha Mihemed Qember da zanîn ku, çiqas hewl bidin dê nekarin rê li pêşiya belavbûna ramanên Rêber APO bigrin.
Zêdetirî 3 salan e ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Di heftiyê de 3 caran malbat û parêzerên Rêbertî ji bo hevdîtinê serlî li dozgeriyê û mudiriyeta îmraliyê didin, lê dewleta tirk hemû serlêdanan bê bersiv dihêle.
