JI BO YEKKIRINA NÊRÎNÊN PARTIYÊN KURDÎ AMADEKARIYÊN KONFERANSEKÊ TÊN KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Komîteya amadekar a konferansa bi armanca yekkirina nêrînên hêz û partiyên kurdî amadekariyên lidarxistina konferasenkê dike.

Komîteyê bang li tevahî partî û hêzên siyasî û saziyên Kurdan kir ku beşdarî konferansê bibin.

Komîteya amadekar a konferansa bi armanca yekkirina nêrînên hêz û partiyên kurdî amadekariyên lidarxistina konferasekê dike.

Komîteyê îro civîneke çapemeniyê li navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li Qamişloyê li dar xist.

Di civînê de daxuyaniyek hate dayîn û weha hate gotin, ji ber pêşketinên bilêz, pêwîstiya gelê Kurd bi yekrêziyê heye û divê aliyên Kurdî bi awayekî yekgirtî bi hev du re bixebitin.

Her wiha hate gotin ku dê, di konferansê de partiyên Kurd, kesayetên serbixwe û saziyên civaka sivîl beşdar bin.

Endamê Komîteya amadekar a konferasnê Ebdulîlah Erebo ji Rojava TV re behsa çawaniya lidarxistina konferansê dike.

Di civîna çapemeniyê de behsa armancên konferasnê hate kirin û weha hate gotin:

– Formulekirina daxwazên yekgirtî yên Kurdan; bi nêrîneke lihevkirî ku maf û daxwazên gelê Kurd li Sûriyeyê tîne ziman, derkeve holê.

– Avakirina komîteyên nûnertiyê; komîteyên dîplomasiyê û siyasî, ji bo nûnertiya gelê Kurd bixebitin.

– Bihêzkirina yekitiya neteweyî ya Kurd; bi nîqaşkirina rêbazên hevkariya partî û saziyên Kurdan û derbaskirina cudahiyan.

Di dawiyê de Komîteya amadekar bang li hemû aliyan kir ku bi rengekî aktîv beşdarî konferansê bibin.

Share This Article