WEQFA JINA AZAD YA KOBANÊ PÊŞANGEHEKE KARÊN DESTAN VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya cejna Newrozê Weqfa jina azad li Kobanê pêşengeheke karê destan vekir.
Pêşengeha çêkirina karê destan li navenda çand û hunerê ya Baqî Xido hate vekirin.
Bi dehan endamên Weqfa Jina azad, saziyên sivîl û rêxistinên herêmî beşdarî pêşengehê bûn.
Di pêşengehê de karên weke Kemer, Kufî, Tabloyên xêzkirî û wêneyan hatin pêşkêşkirin.
Jinên ku beşdarî pêşengehê bûn, diyar kirin ji bo ku çand û folklora kurdî neyê windakirin, wan xwest vê pêşengehê li dar bixin.

Share This Article